Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(3) Hîkayeta Sûto û Tato

Hemîyan gotin: “ em hemi li ser reya axa hazirin.

Aso Zagrosi

23.02.2014, Paz | 09:25

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(3) Hîkayeta Sûto û Tato
Makaleyi Paylaş
Hemîyan gotin: “ em hemi li ser reya axa hazirin. Çunku madem Qesra Rezge temam bû, em dê mehf bibin. Bes bo me şer selahatire, da eger mehfbibin bi şeref û namus mehfdibin, ne bi rezîl û bê şeref”.
Xulase digel speed neh sed mêr Doskî û Horamarî hucum kirine ser Rezge. Wê rojê Tato û mirovêt xo çûbûne Amêdîyê ku mallet xo bînine Rezge. Sûrçawuş digel bîst xulaman hazirbûn. Qesr jî dirust nebûbû.. Saetekê şer kirin. Ji hemî qiraxan leşkerê Sûto dewre li wan da. Sûre û xulamêt xo çûne xanîyekî. Ew xanî bo şerî çak nebû. Mirovêt Sûto gehîştine bin dîwarêt Xanî. Di kulekanda Sûre du û sê mirovêt Sûto kuştin. Emma fayde nebû. Ji hemi rexan agir berdane xanî. Sûre digel 12 xulaman hatine sotin. Heta şîyan şerkirin û çekêt xo nedan. Heft xulaman aman xwastin û derketin. Sûto gote wan heftan: “Çekêt xo bidin herine nik Şêxê xo bêjine wî carekî dî xeyala cîyê Rêkanî nekin. Heta kurekî Mala Mîrî maye mumkîn nîye kes bi rehetî teserifê di eşîreta Rêkanî da biket”

Ew heft xulam hatin, rûs, bêçekkirêt, şerminda. Hemî miteheyîr man û gotin: “ ewe çi hale?”
Wan jî hale xo bi temamî hîkayet kirin. Wexta heft xulaman hîkayeta hale xo bo Şêx Mehemed Sedîq beyan kirin, Şêx xayet aciz bû. Ji du cihetan yêk ewe bû, genim û birincê Rêkanî nehate destê wî. Yê dî ewe bû û bênamusekî mezin hate wî.
Şêx kewte fikra tola wî waqîhî. Hemî mezinêt xo hazir kirin û meşûret bi wan kir. Got: “Hung çawa selah dibînin?”
Hindekan gotin: “ Dê leşkerekî mezin ji eşîretan duristkin biçine ser wî, hemîyan birinînewe”.
Hindekan gotin: “ Selah eweye Ehwalî wî bi temamî bo walîyê Wanê û walîyê Musulê bête beyankirin û li hukumetê bihête mehkumkirin û bi destê hukumetê bihêne terbîye kirin.”
Hindekan gotin: “Çake Hezretî Şêx Ebudlrehîm Axa teltîf bikin. Ew jî mala Mefîye. Mabeyna wan û mala Mîrî daîme nexoşe. Hingê ew û Tato dibine yêk. Dujminê ji derwe û naw da peyda bûn, dê perîşan bît”.
Hindekan gotin: “ dê nijdan beyne gundêt wan û çîne ser rêkêt karwanêt wan nahêlin rehat bît, heta bi temamî tola xo dikinewe”.

Xulase her yêkî rêyek got. Bende heqîr Mela Saîd li meclîsê hazir nebû. Li medresê bûm. Dersa feqîyan digot. Xulamek hat got : “ Şêx te dixwazît”. Bende çû hizura Şêx û fermo: “ Tu çawa selah dizanî bo tola Sûreçawiş û xulaman?”
Bende got: “ ez mela me û tazecahîlim, şûlêt sîyasî nizanim. Min ne gellek, belkî piçek jî têkîlîya umerêt dinyayê nekirîye. Wêt ehe bêt hazir hemi aqildarin, mezinin û şûl dîtine. Ewan elbete ji bende çêtir dizanin.”
Şêx Fermo: “ weye wekî dibêjî. Emma ez hez dikim rêya xo beyan key çi rast û çi xirab. Çunku wane hemîyan reya xo beyan kirine”.
Bende got: “Ji hemi reyan gişk meqbûlî nezera mubarekî hezretî ruhîna feday bûye?”

Şêx Fermo: “Heşta min çi îzar nekirîye. Heta tu jî reya xo dibêjî.”
Bende got: “ Xwahş dikem bizanim rêyêt wan çine, da eger muafiqî fikra bende bin, tesdîq bikim. Eger muafiq nebûn, hingî bi qeder aqlê xo bende jî dê tiştekî erzî huzîra mubarek diket.” Şêx rêyêt meclîsê ket ket hîkayet kirin û got: “Ewêt hene rîyêt wan bizanim ka tu dê çi bibêjî.”
Bende got: “ Rêya leşkerê eşîretê bê îtlahî û bê têkîlîya destê hukumetê xirabe, herekatêt xudserane dumahî bahsê xisaret û nedametîyê ye. Nijdekirin û karwan şêlandin jî şûlê eşqîyane. Layîq nîne bo mezinatîya şan û şerefa Hezretî Mewlay bendegan. Teltîfa Ebdulrehman Axa waqîyen çake. Ema di wî asnayê da wextê muefeqîya Sûto zehmete ku fayde bidet bo meqsûda me. Û eger fayda bidet jî dereng dibet. Beyana ehwalê wî bo walîyan û mehkumkirina wî li hukumetê elbete lazime û şertê ewile. Belê ew hind bitenê jî kafî nîne. Derdê me derman naket. Nîhayet hukumet dê wî heps biket, paşî mudetekî gellek pare dê wî wergirît û wî berdet. Hingî Sûto dê xurtir bît û şûla me dê asêtir bît. Bende ho minasib dizanit, ewilen beyana hale wî bo hukumetê. Paşî tehsîla emir resmî û dana deh cendirme bo tehmîra Qesra Rezge û îqrara Tato li hukumetê ku gundê Rezge û Qesra Rezge min firotine Şêx Mehemed Sedîq. Û hukumet ruxset bidet ku Şêx Mehemed bo muhafaza Gundî mirovêt xo bi sîlah danîte Rezge. Hingî her waqîyekê biqewmit sûç bo Şêx nîye, bo Sûtoye. Dîyarêt gellek çak bo qaymeqamê Gewêrê û bo qaymeqamê Amêdîyê binêrin. Dilê wan çak xoş bikin. Weto ku derheq Şêx daîmî çakî û derheq Sûto daîmî xirabî binivîsin. Û çarsed mêran , sed Şemdînan, sed Gerdî, sed Herkî, Sed Muzîrî ke ewe xo bi mihubêt te dizanin digel Tato rêke Rezge heta Qesr temam dibêt. Cendirme û hosta li ser Qesrê bin. Ewan mêrane her şevê biçine ser gundekî Doskanî. Hingî hem aşîretî dê tola me bît, hem hukumetî. Û meqsûda Şêx ku teserfa Rêkanîye, ew jî dê hasil bît. Û her çar eşîret jî dê bine dujmin digel Sûto. Êdî ne ew û ne ewladê wî ji destê wan çar aşîretana rehet nabin”.
Dom dike……. Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
8996 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:13:37:13
x