Rapırsî: Tifaqa Millet 4 xalan li pêş Tifaqa Cumhur e

Li gor Rapirsiyeke Kompanya Lêkolînan a ORCê di hilbijartinên bên ên Tirkiyê de rêjeya dengên partiya desthilatê AKPê bo ji sedî 31.1 daketiye. Tifaqa Millet a opozîsyonê jî 4 xalan li pêş Tifaqa Cumhur e ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê.

26.11.2022, Cts - 08:29

Rapırsî: Tifaqa Millet 4 xalan li pêş Tifaqa Cumhur e
Nuçe Belav bike

Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a ORCê di encamên rapirsiya xwe ya dawî ya derbarê hilbijartinên bên ên Tirkiyê de eşkere kirin. Rapirsî li 45 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan bi awayek rûbirû di navbera 18-23ê Mijdara 2022an de ligel 4 hezar û 280 kesan hatiye kirin.

Li gor şert û mercên asayî eger hilbijartinek pêşwext nebe dê hilbijartinên giştî di Hezîrana 2023ê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bên kirin, lê di rapirsiyê de ji dengderan hatiye pirsîn “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin, hûn dê dengên xwe bidin kîjan partiyê?”

Bersiv wiha ne:

Rapirsiya Hilbijartinên Tirkiyê

AKP: sedî 31,1

CHP: sedî 24,2

ÎYÎ Partî: sedî 17,8

HDP: sedî 7,4

MHP: sedî 6,8

Partiya Pêşerojê: sedî 2,7

Partiya DEVA: sedî 2,3

Di rapirsiyê de derbarê tifaqên hilbijartinê de jî pirs ji beşdarvanan hatiye kirin. Rêjeya dengên Hevpeymaniyan jî wiha ye:

Dengên Tifaqan

Tifaqa Millet: sedî 42,0

Tifaqa Cumhur: sedî 37,9

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 124 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x