Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima sondxwarina Erdogan bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma sondxwarina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bû ku dîsa weke serokomart hatiye hilbijartin.

03.06.2023, Cts - 19:43

Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima sondxwarina Erdogan bû
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çû Enqerê.

Ji bo Recep Tayyip Erdoganê ku jinûva wek Serokomar hat hilbijartin li Kuliyeya Serokomariyê “Merasima Destpêkirina Kar” hat lidarxistin.

Barzanî beşdarî merasima destbikarbûna Erdogan bû ku ji 81 welatan nêzîkî 100 mêvanên payebilind amade bûn.

Di merasîmê de nûnerên payebilind ên saziyên navneteweyî jî amade bûn.

Erdogan û Barzanî silav dan hev.

Piştî merasîmê, Nêçîrvan Barzanî û mêvan, beşdarî şîva ku li Kulliyeya Serokatiyê hat dayîn, bûn.

Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de da xuyand ku Serokomar Erdogan spasiya serokên ku beşdarî merasima bûne kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:06:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x