Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber lehiyê zerarên canî û madî çêbûn

Li çendîn bajar û navçeyên Tirkiyê ji ber barîna baraneke zêde lehî rabûn. Li Samsunê di encama lehiyê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û li Amasyayê jî 2 kes winda bûne. Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê jî derbarê egera rabûna lehiyan de ji bo 16 parêzgehan hişyarî da.

05.06.2023, Pts - 09:43

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber lehiyê zerarên canî û madî çêbûn
Nuçe Belav bike

Li navçeya Ladikê ya ser bi parêzgeha Samsunê ya Tirkiyê, ji ber barana zêde ava çeman bi ser de çûye û malên welatiyan di bin avê de mane.

Welatiyekî 65 salî dema xwestiye ajelên xwe di ser pirê re derbas bike ketiye nav avê û canê xwe ji dest daye.

Li navçeya Inebolê ya parêzgeha Kastamonuyê jî navenda navçeyê bûye çemekî mezin û tîmên peywendîdar hewl didin bi makîneyên kar pêşiya avê paqij bikin.

Li navçeya Gumuşhacikoyê ya ser bi parêzgeha Amasyayê jî heman rewş heye ku hejmarek mal û axûrên welatiyan di bin avê de mane. Welatî dibêjin, ti salan bi vî awayî baran nebariyaye.

Welatiyek dibêje: “Berê jî baran dibarî lê biqasî ya îsal nebû. Av ji pişta mala me hat û me nikarîbû asteng bikin. Gelekî zêde bariya. 50 sal in min baraneke wiha nedîtibû. Her der tarî bû û ji nişkave bariya.”

Li navçeya Ayancikê ya ser bi parêzgeha Sînopê jî ji ber lehiyê rêya sereke hilweşiya û çemekî mezin li nav bajêr çêbû.

Ji ber rewşa heyî li navçeyeke parêzgeha Samsunê û li 2 navçeyên Sînopê jî bo dema rojekê dibistan hatin girtin.

Saniya Altun, muxtarê gund dibêje: “Ji nişka ve baran barî û av bi ser malên me de hat. Lehiyê her tişt li ber xwe bir. Îsal ev 3-4 car in heman tişt dibe. Jêrxana navçeyê nema, hemû tişt xirabû.”

Li navçeya Zarûşad a Qersa Bakurê Kurdistanê jî ligel baranê teyrok bariya û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê barîna baranê berdewam e û li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê dê bo dema hefteyekê berdewam be. Herwiha hişyariya lehiyê hatiye dayîn û hatiye xwestin ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:46:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x