Li ser cadeya Îstiklalê hemû cûre muzîk hatin qedexekirin

Parêzgariya Stenbolê bi sedema teqîna 13ê Mijdarê ya li Stenbolê bi mebesta bergiriyê derbarê Cadeya Îstiklalê de hin biryarên nû ragihandin

25.11.2022, Cum - 08:31

Li ser cadeya Îstiklalê hemû cûre muzîk hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Stenbolê bi sedema teqîna 13ê Mijdarê ya li Stenbolê bi mebesta bergiriyê derbarê Cadeya Îstiklalê de hin biryarên nû ragihandin. Li gorî vê biryarê li ser caddeyê xebatên civakî, çandî û muzîkê digel bazirganiya seyyar hate qedexekirin.

Li gorî biryara nû ya Parêzgariya Stenbolê bi mebesta bergirî û ewlehiyê bi tû awayî wê destûr neyê dayîn ku; dikandarên li ser Caddeya Îstikalê stand, sendelî (kursî) pano û tabelayên seyyar deynin ser cadeyê û kar bikin.

Herwiha dîsa vekirina pêşangehan, firoşkariya seyyar an ku danîna dezgehên firoşkariyê, pêkanîna xebatên civakî, çandî û bazirganî li gorî biryara nû hatiye qedexekirin.

Ligel vê yekê li gorî biryara Parêzgariya Stenbolê ji vir û pê de wê bi ti awayî destûr neyê dayîn ku li ser Caddeya Îstiklalê xebatên muzîkê jî bêne kirin ji muzîka takekesî bigirin heta pêşandanên performansî.

Di encama teqîna li Cadeya Îstiklalê de 6 kesan canê xwe ji dest dabû û 81 kes jî birîndar bûbûn. Piştî vê êrîşa li Stenbolê, Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê Operasyona Asîmanî da destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 129 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:39:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x