Futbolîstê navdarê Kurd Wurya Xefûrî hat girtin

Medyayên Îranê belav kirine, ku Wurya Xefûrî êvara Pêncşembê 24ê Mijdara 202an bi tohmeta “bêrêzî bi tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê” û “propaganda li dijî rejîmê” hatiye desteserkirin.

25.11.2022, Cum - 12:59

Futbolîstê navdarê Kurd Wurya Xefûrî hat girtin
Nuçe Belav bike

Futbolîstê navdarê Kurd Wurya Xefûrî û lîstikvanê tîma Fûlada Xozistan a Îranê, ji aliyê hêzên emnî yên hikûmeta Îranê ve hat desteserkirin.

Derbarê desteserkirina wî futbolîstê navdar ê Kurd de hûrgilî nayên zanîn.

Lê tê texmînkirin ku Wurya Xefûrî ji ber helwestên xwe yên bo piştgiriya li xwepêşandanan, daxwaza rawestandina kuştina kurdan li Rojhilatê Kurdistanê, rexneyên tund ji hikûmetê û wê dawiyê rexnekirina tîma futbolê ya Îranê hatibe desteserkirin.

Wurya Xefûrî ji destpêka xwepêşandanên wê dawiyê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ve gelek peyamên piştgiriyê li ser hesabên xwe yên di torên civakî de belav kirine.

Piştî ku Supaya Pasdaran ji bo tepeserkirina xwepêşandanên Ciwanro, Mihabad û Bokanê hêzeke mezin derbasî nav wan bajaran kir û di teqekirinên li wan bajaran de zêdetirî 15 kesan canê xwe ji dest dan, Wurya Xefûrî peyamek belav kir û ji hikûmeta Îranê xwest, “kuştina Kurdan rawestîne”. Xefûrî got, “Kuştina Kurdan rawestînin. Kurd, Îran bi xwe ye, kuştina Kurdan tê wateya kuştina Îranê, eger li hember kuştina xelkê bê helwestî, ne Îranê lê tu ne mirovî jî. Hemû etnîk Îran bi xwe ne, xelkê nekujin.”

Desteserkirina futbolîstê Kurd ku li Îranê gelek navdar e û ji ber helwêstên wî xelk jê hez dikin, bû sedema gelek karvedanan di nava xelkê de û gelek kesan li ser torên civakî li dijî desteserkirina wî bertek nîşan dane.

Piştî belavbûna nûçeya desteserkirina wî futbolîstê Kurd, Rêveberê Giştî yê Tîma Fûlada Xozistan, Hemîdriza Gerşasbî dest ji karê xwe berda.

Rahênerê tîma Perspolîs a Îranê Yehya Gulmihemedî jî li dijî desteserkirina Wurya bertek nîşan daye û daxwaz kiriye ku were berdan.

Futbolîsê navdar ê Îranî, Elî Kerîmî (Ali Karimi) jî li ser twitterê nerazîbûna xwe nîşan daye û daxwaza azadkirina futbolîstê Kurd Wurya Xefûrî kiriye.

Bi hezaran xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di torên civakî de daxwaz kirine, Wurya were azadkirin.

Herwiha Hisên Zeman (Hossein Zaman) stranbêjê Pop ê Îranî li dijî desteserkirina Wurya li ser twittrê ragihandiye, Ev desteserkirin û girtinên li peyv hev wate tirsê tevaya laşê we girtiye. Ji bîr nekin kişandina şûr li ser kesên ku xelk jê hez dikin, dê ji bo we giran temam bibe.

Wurya Xefûrî xelkê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û hem ji ber lîstika xwe ya profesyonel û hem ji ber helwest û daxuyaniyên xwe yên bo piştgiriya xelkê, li Îranê gelek hezkirî ye. Xefûrî pêştir lîstikvanê tîma Istiqlal a Tehranê bû û kapîtanê wê tîmê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:37:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x