Civînên gera 19mîna Astana destpê kirin

Îro civînên gera 19mîn a Astana derbarê Sûriyê de, li paytexta Kazakistanê li bajarê Astanayê destpê kirin.

22.11.2022, Sal - 14:18

Civînên gera 19mîna Astana destpê kirin
Nuçe Belav bike

19emîn hevdîtinên Astanayê yên têkildarî krîza Sûriyê îro dest pê kirin. Di lûtkeya 22-23ê Mijdarê de şandên Tirkiye, Rûsya û Îranê û rêveberiya Şamê û opozisyona Sûriyê amade ne.

Civînên Astana taybet bi rewşa Sûriyê du rojan berdewam dibin. Îro civînên şêwirî û dualî û sêalî di navbera şandan de têne kirin. Sibe jî roja duyem e û civîna giştî birêve diçe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sasan serokatiya şanda Sûriyê dike û di civînê de şandên welatên gerentor ên proseya Astana Rûsya, Îran û Tirkiyê, nûnerên ofîsa şandiyê taybet yê Sekreterê Giştî yê NY ji bo Sûriyê amade dibin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:05:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x