80 koçberên Kurdên Êzidî yên li ser sînorê Tirkiye-Yunanistanê asê mabûn hatin rizgarkirin

Hikûmeta Yunanîstanê ragihand ku 80 koçberên Kurdên Êzidî ku nêzîkî 6 rojan in di çemê Merîçê de asê mabûn, hatin rizgarkirin.

05.06.2023, Pts - 05:51

80 koçberên Kurdên Êzidî yên li ser sînorê Tirkiye-Yunanistanê asê mabûn hatin rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Grûpekê ji 80 kesên Kurdên Êzidî pêk dihat ku di nav wan de zarok jî hebûn, dixwestin ji Tirkiyê derbasî Yunanîstanê bibin, lê li girava Evros a li ser Çemê Merîçê ya di navbera her du welatan de asê mabûn.

Damezrînerê "Rêxistina Êzidiyan a Cîhanê" (Yazda) Murad Îsmaîl, ku dîmenên penaxwazan li ser medyaya civakî parve kir, bang li hikûmeta Yûnanistanê kir.

Rayedarekî hikûmeta Yûnanistanê ji AFPê re axivî û diyar kir ku penaxwazên navborî ji giravê hatine birin. Wî rayedarê Yûnanî her wiha diyar kir ku Tirkiyê daxwazên ji bo vegerandina penaxwazên bêbersiv hiştiye.

Damezrênerê Rêxistina Êzidiyan a Cîhanê Murad Îsmaîl jî ev agahî piştrast kir û got: “Ez bi gelek çavkaniyên li Yûnanîstanê re axivîm û wan ragihandin ku rayedarên Yûnan, Êzidî ji giravê birine Yûnanîstanê.”

Ji aliyeke din ve medyaya Yûnanistanê ragihand ku di van demên dawî de ji ber kêmbûna ava çemê Merîçê hejmara koçberên ku dixwazin derbasî wî welatî bibin zêde bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:22:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x