Ji Rêveberiya Keşnasiyê bo 21 bajaran hişyariya baranê

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, di nav de Amed, Dêrsîm, Riha, Çewlig, Erzerom û Semsûr bo 21 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyariya barana gur da.

24.11.2022, Per - 09:21

Ji Rêveberiya Keşnasiyê bo 21 bajaran hişyariya baranê
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê ragihand ku li tevahiya welat hewa bi ewr û baran e û tê pêşbînîkirin li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran bibare.

Herwiha dê li bajarên Amed, Dêrsîm, Riha, Çewlig, Erzerom û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê û Gumuşhane, Bayburt, Bolu, Zonguldak û ji bilî Sêwazê li parêzgehên Herêma Anadoluya Navîn baraneke gur bibare. Herwiha dê li bajarên ser Deryaya Spî jî baraneke zêde bibare.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê, daxwazê ji xelkê li wan herêman dijîn dike ku baldar bin û tedbîrên xwe werbigrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:28:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x