Xizmeta dengî ya bi Soranî li ser wergera Googleyê tê zêdekirin

Xizmetên dengî bo zimanê Kurdî (Soranî) dê li wergerandina Google bê zêde kirin

24.11.2022, Per - 10:03

Xizmeta dengî ya bi Soranî li ser wergera Googleyê tê zêdekirin
Nuçe Belav bike

Xizmetên dengî bo zimanê Kurdî (Soranî) dê li wergerandina Google bê zêde kirin. Bokan Caf ku di zêdekirina Soranî li ser wergera Google de roleke sereke hebûye, dibêje ew niha li ser sîstemeke din dixebitin û Kompaniya Google jî ji wan xwestiye ku alîkariya tomarkirina zêdetir ji 1000 dosyeyên dengî test bikin û di qonaxa bê de nêzîkî 2 milyon peyv dê bi kurdî bêne xwendin.

Bokan Caf ku bû mêvanê bernamaya Nuroj a Rûdaw TV ku ji aliyê Hewraz Gulpî û Sureya Hesen ve tê pêşkêşkirin, behsa berfirehkirina xizmetên Kurdî yên Google û zêdekirina deng jî kir.

Bokan Ca da zanîn ku ev deh roj in ku Kompaniya Google qebûl kiriye ku çend zimanan, di nav de Kurdî, li beşa wergera deng zêde bike û got: "Google ji 29 kesên li welatên cuda re aplikeşîna wergere şandiye ku van zimanan li wergera dengî zêde bikin û ez jî yek ji wan im."

Caf diyar kir ku ji bo wergera dengî li Google were zêdekirin, divê peyv û hevokên Kurdî wek dosya deng li Google Translateyê bên tomarkirin û got: “Piştî ku Google ji hezarî zêdetir dosyayên dengî yên Kurdî ji min xwest, min li ser torên civakî pirsî ka kî dikare alîkariya me bike û di nav du rojan de zêdetirî hezar kesî got ku ew amade ne.”

Berî niha jî du 2 û 500 data ji bo wergerandina zaravayê Soranî di google de hatibûn tomarkirin. Di çend rojên pêşiya me de Google dê peyvan bişîne ku bi deng bêne xwendin. Divê ji 600 saetî zêdetir xwendina dengên Kurdî ji Google re were şandin da ku sîstema wergera dengî ya Kurdî ji bo zaravayên Soranî were aktîfkirin.

Tenê zaraveyên Soranî û Kurmancî di beşa wergerandina Googleyê de hatine zêdekirin.

Bokan Caf eşkere kir ku wan ji bo zêdekirina zaraveyên din kar kirine ku yek ji wan jî Hewramî ye û got: “Ji bo ku Hewramî li Google Translate were zêdekirin, kesên ku vê zaravayê dizanin divê di şandina peyv û hevokan de alîkariya me bikin.”

Zaravayê Soranî yê Kurdî di 11ê Gulana 2022an de li Google Translateyê hatibû zêdekirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:54:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x