Serok Barzanî bi peyamekê meha Remezanê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi peyamekê, meha Remezanê li misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

27.05.2017, Cts - 06:06

Serok Barzanî bi peyamekê meha Remezanê pîroz kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo meha Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Barzanî di peyama xwe de bi ayeta ku têde dibêje Qur’an di meha Remezanê de hatiye û ev Qur’an rêya rast nîşanî mirovan dide, dest bi pîrozbahiyê kiriye.

Herwiha di peyamê de hatiye diyarkirin: “Bi boneya hatina meha Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe ji hemû misilmanên cîhanê re bi taybetî jî ji misilmanên Kurdistan û Iraqê re pêşkêş dikim.”

Weke din Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêviyên xwe anîne ziman û dibêje: “Hêvîdar im, hatina meha bereket û rehmetê ya Remezanê bibe wesîleya xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê û hemû mirovahiyê. Herwiha bibe wesîleya bidawîbûna teror , tundrewî û naxweşiyê û belavbûna aştî, pêkvejiyan û bexteweriyê bo hemû mirovahiyê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 7025 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:25:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x