Du keçên ji Kobaniyê li bajarê Hewlêrê bi muzîk û stranan çîroka Kurdan vedibêjin

Perwîn û Nûrşîn du xwişkên xelkê Kobaniyê ne û çend sal in li Hewlêrê niştecî ne û bi karê hunerî re mijûl in.

02.06.2023, Cum - 14:13

Du keçên ji Kobaniyê li bajarê Hewlêrê bi muzîk û stranan çîroka Kurdan vedibêjin
Nuçe Belav bike

Perwîn û Nûrşîn du xwişkên xelkê Kobaniyê ne û çend sal in li Hewlêrê niştecî ne û bi karê hunerî re mijûl in.

Ew herdu xwişkên hunermend, ji ber êrîşên DAIŞê û piştre jî ji ber bombebaranên Tirkiyê, neçar bûne ku Rojavayê Kurdistanê bi cih bihêlin û berê xwe bidin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Perwîn Salih 20 salî ye, jenyara tembûr, sentûr û filûta ermenî ye û dibêje: “Strana folklora Kurdî cûreya herî dilxwaz a muzîka me ye, ew stranên ku rewşa dîrokî ya nelibar a Kurdan û trajediya awarebûna wan vedibêje.”

Herdu xwişkên ji bajarê Kobaniyê behsa wê yekê dikin ku ew di malbateke hunerdost de mezin bûne, bavê wan def û tembûrê lêdaye û dayîka wan jî beriya razanê, stran ji wan re digotin.

Perwîn û Nûrşîn, li gor gotina wan, hîn jî dîmenên tirsnak ên çekdarên DAIŞê di nav bîr û hişê wan de ne û jibîr nekirine.

Nûrşîn ku jenyara gîtar û kemançe û şarezaya piyanoyê ye, dibêje: “Di xewnê de jî DAIŞ li pey me ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:41:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x