Mazlûm Ebdî: Divê Amerîka li hember gefên Tirkiyê helwesteke tundtir nîşan bide

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di bersiva pirseke Rûdawê de diyar kir, ew bang li Amerîkayê dikin ku li hember gefên Tirkiyê “helwesteke tundtir” nîşan bide û her wiha anî ziman, “Eger li gorî peymana 2019an tevnegere divê ceza li ser Tirkiyê bên sepandin.”

26.11.2022, Cts - 11:45

Mazlûm Ebdî: Divê Amerîka li hember gefên Tirkiyê helwesteke tundtir nîşan bide
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bersiva pirsa Berpirsê Dêska Rojavayê Kurdistanê yê Rûdawê Hisên Omer da, heger Tirkiye helwestên Amerîka, Rûsya û Îranê li ber çav negire û her rijd bû li ser êrîşkirinê, hûn çaverê dikin ku Amerîka helwestek tundtir li hember Tirkiyê nîşan bide da ku êrîşa xwe ya plankirî li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne?

Mazlûm Ebdî di bersiva pirsê de got, “Divê helwesta wan hebe, me jî ji wan pirsî, heger Tirkiye helwesta we li ber çavan negirt û ser re derbas bû, me ji wan xwest ku helwesteke tundtir nîşan bidin, em bawer in dê helwesteke tundtir jî nîşan bidin. Daxwaza me ew e ku di sala 2019an de rêkeftinek hate kirin, li gor vê rêkeftinê heger Tirkiye li gorî wê tevnegere divê ceza li ser Tirkiyê bên sepandin, em daxwaz dikin ku li gorî wê rêkeftinê biryara xwe bidin

Tê Nûkirin…

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 158 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:36:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x