Li Rojavayê Kurdistanê êrîşî baregeheke Amerîkayê hat kirin

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, 2 mûşek li navendeke hêzên Hevpeymaiya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ketine.

26.11.2022, Cts - 08:20

Li Rojavayê Kurdistanê êrîşî baregeheke Amerîkayê hat kirin
Nuçe Belav bike

CENTCOM îro Şemiyê 26ê Mijdara 2022yan di daxuyaniyekê de ragihand, “Şeva borî di demjimêr 22:31 xulekan de, 2 mûşek li baregeha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Şedadî ya Sûriyê ketine.”

Herwiha eşkere kir, baregeha ku hatiye mûşekbarakirin bingeheke perwerdeyê bû û di êrîşê de ti ziyanek çênebûye.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) gihiştine cihê avêtina mûşekan û mûşeka sêyem a neteqiyayî dîtine.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî Joe Buccino li ser êrîşê eşkere kir, êrîşên bi vî rengî metirsiyê dixine ser hêzên hevpeymanan û sivîlan, herwiha ewlehî û aramiya ku bi zehmetî hatiye bidestxistin dixe metirsiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 130 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:40:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x