Rojnameya Washington Postê îdia kir ku Îran û hevpeymanên wê li Sûriyê hêzên milîs perwerde dikin da ku bombeyên li kêleka rêyan yên bihêztir bikar bînin ku bi taybetî ji bo armanckirina otombîlên leşkerî yên Amerîkî û kuştina karmendên Amerîkî hatine çêkirin.
Di yek ji nûçeyên dizî yên îstixbaratî ku bi dest xistiye de hate destnîşankirin ku Îran, Rûsya û Sûriye plan dikin ku herêma di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de radestî Beşar Esad bikin.
Li gorî îdiaya rojnameyê, welatên navborî dê êrîşên xwe yên li dijî leşkerên Amerîkî yên li Sûriyê tundtir bikin û Amerîkayê neçar bikin ku ji Sûriyê derkeve û bi vî awayî hewl bidin Hikûmeta Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Sûriyê yên ku ne di bin kontrola Esed de ne bi dest bixin.
Amerîka ya ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi 900 leşkerên xwe yên di 3 baregehên leşkerî yên cuda de xwedî pêgeheke xurt e, bingeha hebûna Amerîkayê ya li wî welatî “Şerê DAIŞê, pêşîgirtina li serweriya Îran û Rûsyayê li herêmê û şopandina hin stratejî û tevgerên dîplomatîk ên ku xizmeta siyaseta derve ya Amerîkayê dikin.”
Rojnameya Washington Postê berê jî îdia kiribû ku “Îran bi Rûsya û Sûriyê re ji bo bidawîkirina hebûna Amerîka li navçeyê li ser stratejiyeke berfireh kar dike û milîsên xwe yên li Sûriyê ji bo êrîşên nû yên li dijî leşkerên Amerîkî çekdar dike.”