HSDê bersiva daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê da

Di daxuyaniya HSDê de hat ragihandin ku daxuyaniyên Hulusî Akar ên ku gotibû di êrîşên asmanî yên dawî de 184 PKK-YPGyî jiyana xwe ji dest dane "rastiyê nîşan nadin."

22.11.2022, Sal - 16:55

HSDê bersiva daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê da
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku di êrîşên asmanî yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de 89 hedef hatine jinavbirin.

Akar diyar kiribiû ku li Qendîl, Asos û Xakûrkê yên Herêma Kurdistanê û li herêmên Kaniya Ereba, Minbic, Zor Migar, Tel Rifat, Cezîre û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê di Operasyona Pence-Şûr de hatine hedefgirtin û got “Ji destpêka Operasyona Pence-Şûr heta niha 184 terorîst bi piştgiriya wesayîtên bejahî û balafiran hatin bêbandorkirin. Em dinirxînin ku ev hejmar hîn zêdetir bibe.”

Ji HSDê Daxuyanî

Li aliyê din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva vê daxuyaniyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê da.

HSD di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

“Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di encamê êrişên hewayî de heta niha 184 şervanên me şehîd ketine. Ev agahî ne rast e. Di encamê ev êrişên dawî de heta niha şervanek me, 2 endamên ewlehiyê û 11 sivîl şehîd ketine.”

Piştî êrişa li Kolana Beyoglu ya Stenbolê Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê sibeha Yekşemê 20ê Mijdara 2022an di bin navê "Operasyona Pence-Şûr" de Taxa Nû ya Kobanî, Taxa Kaniya Kurdan, gundê Qeremûx û Girê Miştenûrê yên Kobanî, gundê Bêlûniyê yê Şehbayê ku koçberên Efrînê yên sala 2018ê lê bicih bûne û Zirgan, gundê Teqil Betil ê girêdayî bajarê Dêrikê û derdora Eyn Îsayê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Tirkiyê her wiha li Başûrê Kurdistanê jî Çiyayê Qendîlê, Asos û Biradost bi dijwarî bombebaran kir.

Li aliyê din Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye, ragihand ku di êrîşan de herî kêm 37 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha SOHRê diyar kir ku di nav kesên canê xwe ji dest dane de 16 leşkerên Sûriyeyê jî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 155 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:38:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x