HSD: Di êrîşa ser Kampa Holê de 8 şervanên me canê xwe ji dest dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişa firokeyên cengî yên Tirkiyê li dijî Kampa Holê daxuyaniyek belav kir.

25.11.2022, Cum - 08:04

HSD: Di êrîşa ser Kampa Holê de 8 şervanên me canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

HSDê ragihand, di bombebarana Tirkiyê bo ser Kampa Holê de 8 şervanên ku ewlehiya kampê diparastin, canê xwe ji dest dane.

HSD di daxuyaniya xwe de amaje bi êrîşên Tirkiyê dike û dibêje, dronên Tirkiyê roja 23ê Mijdarê Kampa Holê û Zindana Çerkîn a Qamişlo ku malbatên DAIŞê û çekdarên wê rêxistinê lê ne, kirine armanc û li dijî hêzên ku ewlehiya wan her du cihan diparastin, êrîş pêk anîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di encama van êrîşan de “8 şervanên me yên hêzên parastina kampê” canê xwe ji dest dane.

HSD dibêje, ev êrîş bi plan û zanebûn çêbûn û tekez dike, armanca dewleta Tirkiyê ew bû ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji kampê bên revandin û dîsa DAIŞê zindî bike.

Li gor daxuyaniyê, HSD êrîşên Tirkiyê bo ser Kampa Holê û Zindana Çerkînê weke “xetereke mezin bo cîhanê û herêmê” bi nav dike û dibêje: “Ev plan ji bo herêmên me û giştî cîhanê xeteriyeke pir mezin bide pêş. Li hember van êrîşan dewletên navneteweyî bêdeng in, eger ku ev xeterî hîn mezintir bibe, berpisyarê wê dê bêdengiya van dewletan be.”

Şeva 23ê Mijdarê firokeyên Tirkiyê Kampa Holê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kiribûn.

HSDê pêştir ragihandibû, ku firokeyên Tirkiyê 3 caran ew kampa ku malbatên çekdarên DAIŞê lê dimînin, bombebaran kirine û Berirspê Ofîsa Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî gotibû, ji ber bombebaranên Tirkiyê yên bo ser Kampa Holê 6 kes ji malbatên çekdarên DAIŞê ji kampê reviyane, lê paşê hat ragihandin ku her 6 kes ji aliyê hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve hatine girtin.

Artêşa Tirkiyê ji roja Yekşembê 20ê Mijdarê ve operasyoneke nû bi navê Pence Şûr bo ser bingehên PKK û HSDê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan berî çend rojan ragihand, êrîşên bi firoke, dron û topan tenê destpêk e û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî jî dest pê bikin.

Erdogan herwiha got, ew dê êrîşî Kobanî, Minbic û Til Rifetê bikin û wan herêman ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:09:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x