Hêzên Tirkiyê sê herêmên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê di berdewamiya êrîşên xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê de, hejmarek gundên ser bi herêmên Efrîn, Şehba û Kobaniyê bi giranî topbaran kirin.

25.11.2022, Cum - 08:27

Hêzên Tirkiyê sê herêmên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êvara 24ê Mijdarê hêzên Tirkiyê gundê Um el-Hoş û bendava Şehba li navçeya Şehbayê ya li bakurê Helebê dane ber topan.

Hêzên Tirkiyê herwiha gelek gundên ser bi her du bajarokên Şera û Şêrawa ya Efrînê jî topbaran kirin.

Li gor zanyariyan, hêzên Tirkiyê gundên Irşadiye, Şewairx, Keştarê û Tinibê li navçeya Şera û gundên Meyase, Ebîn, Soxanekê, Aqîbê, Bênê, Dêrcimêl û Ziyartê li Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.

Hêzên artêşa Tirkiyê herwiha gundewarê Kobanî jî bi giranî topbaran kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve, hêzên Tirkiyê duh gundên Til Şiîr, Çolbeg, Goran, Kultep, Çarxilî, Qeremox û Zormixar li herêma Kobanî dane ber topan.

Di encama topbaranên bo ser wan herêman de zirarên madî gihîştin milk û malên xelkê, lê derbarê zirarên canî de ti agahî hêj nehatine belavkirin.

Roja 23ê Mijdarê jî, hêzên Tirkiyê navçeya Til Rifet û gundê Bêloniyê li herêma Şehbayê ku hêzên Kurdî li wan deran dimînin topbaran kiribûn. Di heman rojê de li herêma Kobaniyê jî di encama topbaran Tirkiyê de serbazekî Sûrî canê xwe ji dest dabû.

Artêşa Tirkiyê ji roja Yekşembê 20ê Mijdarê ve operasyoneke nû bi navê Pence Şûr bo ser bingehên PKK û HSDê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye. Berpirsên Tirkiyê gefa wê yekê dikin ku dê di demeke nêzîk de operasyoneke bejayî jî bo ser Rojavayê Kurdistanê destpê bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan berî çend rojan ragihandibû, êrîşên bi firoke, dron û topan tenê destpêk e û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî jî dest pê bikin.

Erdogan herwiha gotibû, ew dê êrîşî Kobanî, Minbic û Til Rifetê bikin û wan herêman ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:17:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x