ENKS: Nabe Rojava û Herema Kurdistanê bibe meydana şerê Tirkiye û PKKê

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de daxûyanî da.

24.11.2022, Per - 12:21

ENKS: Nabe Rojava û Herema Kurdistanê bibe meydana şerê Tirkiye û PKKê
Nuçe Belav bike

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 24ê Mijdara 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, “Tirkiye ji berbanga 20ê Mijdarê ve, dest bi êrişên asmanî li ser gelek xalên navçeyên sînorî yên di nav axa Sûriyê de û li ser deverên Kurdî ji Dêrikê li rojhilat û heta gundewarê bakurê Helebê li rojava kiriye û navendên binesazî, xizmetguzarî û elektirîkê kirin armanc, di encama van êrîşan de jî gelek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.”

ENKS amaje bi wê kir jî: “Bombebarana Tirkiyê gihîşte baregehên PKKê yên di nava Herêma Kurdistanê de ku di heman demê de jî Supaya Pasdarên Îranê bi mûşek û dronên bombekirî êrîşî xaka Herêma Kurdistanê, kampên koçberên Kurd ên Kurdistana Îranê û baregehên partiyên wê kirin.”

ENKSê diyar kir jî, Îran bi van êrîşên ji destpêka serhildana gelên Îranê ya li dijî rejîma zordar a Tehranê, hewl dide bi êrîşa li ser Herêma Kurdistanê, kirîza xwe ya navxweyî derxîne derve.

Her wiha ENKSê dibêje: “Ev operasyon, ji bilî binpêkirina serweriya Sûriye û Iraqê ji aliyê welatên cîranên Tirkiye û Îranê ve, ew gefeke cidî ye li aramiya navçeyê û ewlekarî û selametiya welatiyan e rewşeke tirs û xofê li navçeyên Kurdî li Sûriyê çêdike.”

Di daxuyaniyekê de hat gotin: “ENKS tevî şermezarkirina van êrîşan ku dibin sedema karesatan, ew daxwaza rawestandina wan dike û tekez dike ku operasiyonên bi vî rengî, rewşê aloztir û xirabtir dikin û tekane rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, zimanê diyalogê û dîplomasiyê ye.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat: “ENKS tevî ku red dike Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê bibe meydana operasiyonan û çareserkirina hesaban di navbera PKK û Tirkiyê de, di heman demê de daxwaz ji civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê dike ku bi berpirsyariya xwe rabin û rê nedin rêjîm Pasdarên Îranê ku êrîşên ser Herêma Kurdistanê bikin.”

Her wiha ENKS bang li Amerîka, Rûsya û hêzên Hevpeymanan dike ku destwerdanê bikin ji bo rawestandina operasyon û êrîşên asmanî yên Tirkiyê li ser axa Sûriyê û aloziya li ser her du aliyên sînor rawestînin.

Di dawiyê de ENKSê bang li gelê Kurd û hemû xelkê herêmê kir ku bi cih û warê xwe bimînin, aştiya sivîl biparêzin û hevkarî û nirxên pêkvejiyanê di navbera xwe de bilind bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:59:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x