Zirara rawestandina 71 rojan a hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê çiqas e?

71 roj in hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye ragirtin, zirara ragirtina petrola Herêma Kurdistanê di wê navberê de nêzîkî 2 milyar dolaran e. Çavkaniyekî pilebilind ê Hikûmeta Iraqê ragihand, “Guftûgoyên bi Tirkiyê re yên li ser destpêkirina hinardekirina petrolê berdewam in.”

05.06.2023, Pts - 05:55

Zirara rawestandina 71 rojan a hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê çiqas e?
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê di nava 71 rojên borî de 1,953 milyar dolar ziyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye. Rawestandin piştî biryara Dadgeha Tahkîm a Parîsê li ser gilîkirina Iraqê li dijî Tirkiyê dest pê kir.

Di nava 71 rojan de ziyanên ku ji petrolê gihîştiye Kurdistanê wiha ne:

Ziyanên şeş rojên meha Adarê

Li gorî projeyasaya budceya Iraqê; divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol hinarde bike, di meha Adarê de Iraqê her bermîleke petrolê bi 79 dolaran firotiye, li gorî şeş rojên mehê Herêma Kurdistanê ku rojane 2 milyon û 400 hezar bermîl petrol hinarde kiriye, li gorî projeyasaya budceyê rojane 600 hezar dolar zirar dîtiye ku zirarên giştî yên di wan şeş rojan de gihîştiye zêdetirî 189 milyon û 600 hezar dolaran.

Ziyanên meha Nîsanê

Di tevahiya meha Nîsanê de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin. Iraqê di meha Nîsanê de her bermîleke petrolê bi 74 dolaran firotiye û ziyana rojane 29 milyon û 600 hezar dolar in, wate di wê mehê de 880 milyon dolar zirar kiriye.

Ziyanên meha Gulanê

Li gorî amarên projeyasaya budceyê, di meha Gulanê de, diviyabû Herêma Kurdistanê 12 milyon û 400 hezar bermîl petrol hinarde bike ku di wê mehê de her bermîlek bi 71,30 dolaran hatiye firotin, li gorî vê yekê Herêma Kurdistanê û Iraqê ji ber rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê 884 milyon 120 hezar dolar zirar dîtiye.

Li gorî projeyasaya budceya sala 2023an, Iraq rojane 3 milyon û 500 hezar bermîl petrol hinarde dike ku 400 hezar bermîl ji wê petrolê yê ji Herêma Kurdistanê ye, nirxê her bermîleke petrolê jî bi 70 dolaran tê texmînkirin.

Herêma Kurdistanê ji ber rawestandina hinardekirina petrolê, zêdetirî nîvê dahata xwe ji dest daye, ji ber wê jî pirsgirêk li ser mûçeyên karmendan derketiye ku heta niha budceya sala 2023an ji aliyê parlamentoyê ve nehatiye pesendkirin.

Tevî ku di 25ê Adara 2023an de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi biryara Dadgeha Navdewletî ya Tahkîmê ya Parîsê hatibû rawestandin lê di 4ê Adara 2023an de li Bexdayê bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêkeftinek hate îmzekirin ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike lê piştî 71 rojan hîn jî dest pê nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x