Zaxo: Ciwanek piştî 7 rojan bi birîndarî vegeriya mala xwe

Li Zaxoyê ciwanek piştî ku 7 rojan winda bû çarenivîsa wî eşkere bû û birayê wî jî dibêje, “Ew bi birîndarî vegeriyaye malê.”

05.06.2023, Pts - 10:49

Zaxo: Ciwanek piştî 7 rojan bi birîndarî vegeriya mala xwe
Nuçe Belav bike

Ciwanekî bi navê Ezîz Zeynelabîdîn Îbrahîm ê 38 salî ku şofêrê teksiyê ye 29ê Gulana 2023an di demjimêr 07:00an de winda bû. Piştî 5 rojan ji windabûna wî, teksiya wî li derveyî Zaxoyê hat dîtin. Ezîz Zeynelabîdîn Îbrahîm şeva borî di demjimêr 00:00an de bi birîndarî vegeriya mala xwe.

Îbrahîm Zeynelabîdîn ê birayê Ezîz ji Ajansa Rûdawê re got, “Pirsgirêka me bi tu kesî re nîne, di 29ê Gulanê de kesekî telefonî birayê min kir û heman rojê di demjimêr 19:00an de telefona wî hat girtin û winda bû. Me yekser hişyarî da hêzên ewlekariya Zaxoyê û 5 rojan piştî windabûna birayê min, me teksiya wî li biyabaneke derveyî navenda Zaxoyê dît.”

Îbrahîm Zeynelabîdîn li ser vegera birayê xwe jî got, “Birayê min şeva borî di demjimêr 00:00an de bi birîndarî ku lêxistibûn vegeriya mala xwe, westiyayî bû û nikaribû biaxive, tenê got ku ew 7 roj in ji aliyê çend kesan ve rastî lêdanê hatiye û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji bo nexweşxaneyê hatiye birin û niha di bin çavdêriyê de ye.”

Birayê Ezîz daxwaza mafê birayê xwe dike û daxwaz dike ku kesê ku roja windabûnê telefonî wî kiriye, were eşkerekirin û ew grûpa ku di wan 7 rojan de li wî xistine, were eşkerekirin da ku mafê birayê wî winda nebe.

Ezîz Zeynelabîdîn Îbrahîm 10 sal in zewicî ye û li navenda bajarê Zaxoyê dijî, 8 sal in şofêrtiya teksiyê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:06:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x