Wezîrê Navxwe: Em rê nadin ku ti kes çanda jiyana hevbeş û aramiya Herêma Kurdistanê têk bide

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew rê nadin ku ti kes çanda jiyana hevbeş û aramiya Herêma Kurdistanê têk bide û destnîşan kir ku zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî nekarîne vegerine warên xwe.

04.06.2023, Paz - 18:46

Wezîrê Navxwe: Em rê nadin ku ti kes çanda jiyana hevbeş û aramiya Herêma Kurdistanê têk bide
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di merasîma vekirina Peymangeha Perwerde û Rêveberiya Qeyranan a li Hewlêrê de gotarek pêşkeş kir û got, piştî derbasbûna zêdetirî 8 salan di ser êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê, zêdetirî 325 hezar Kurdên êzîdî nekarîne vegerine warên xwe û anî ziman, “Heta niha Iraqê ji bo Rêkeftina Şingalê ti gaveke cidî neavêtiye, em dê bi hevkarên xwe yên li Iraqê re li ser xetê bin ji bo destpêkirina pêngavên cidî yên li ser cîbicîkirina rêkeftinê.”

Rêber Ehmed diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku Kurdên Êzidî bi daxwaza xwe vegerin warên xwe dê hemû hewlan bide.

Rêber Ehmed di berdewama gotara xwe de got, “Hinek gotinên bêberpirsiyarî yên di demeke nêzîk de li ser bûyerên nexweste yên li Şingalê rû dan hatin kirin ku tund û dûrî çanda pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê ye, hewl dan vê pêkvejiyanê têk bidin. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê xwe dibînin ku bi rêya yasayî rûbirûyê her gotareke tund a ku gefê li aştî, aramî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê bike, bibin û em li dijî hemû gotinên nefretê ne û rê nadin ti kes aramiya Kurdistanê têk bide.”

Wezîrê Navxwe di berdewama gotara xwe de diyar kir ku, li ser erkdarkirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Navxwe ji bo avakirina sîstemeke bihêz a rûbirûbûna qeyran û karesatan li Kurdistanê gav avêtiye.

Rêber Ehmed li ser vekirina Peymangeha Perwerde û Rêveberiya Qeyranan got, “Peymangeh bi sûdwergertina Almanyayê hatiye avakirin û li wir çend avahiyên hilweşiyayî û nîvhilweşîn û senaryoyên cuda ji bo perwerdeyê hatine amadekirin. Di projeyê de qadeke 5000 metreçargoşe hatiye bikaranîn ku 4000 metreçargoşe jê ji bo senaryoyan e. Em spasiya Wezareta Navxwe ya Almanyayê dikin ku gaveke mezin ber bi navenda hemahengiya hevbeş ve avêtiye ku ji dema avakirina peymengehê ve alîkariya Herêma Kurdistanê dike.”

Rêber Ehmed her wiha got, giringtirîn karê hevbeş ê her du wezaretên navxwe yên Herêma Kurdistanê û Almanyayê ew bû ku di meha Sibata îsal de wek tîmeke hevbeş çûne herêma erdhejê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.

Rêbar Ehmed behsa rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê jî kir û got, “Bi Hikûmeta Iraqê re em dê hemû hewlan bidin ji bo asayîkirina rewşa herêmên madeya 140. Em bang li dostên xwe yên di nav Hikûmeta Iraqê de û dostên xwe yên li welatên din dikin ku ji bo cîbicîkirina madeya 140 hevkariyê bikin. Dema ku madeya 140 were cîbicîkirin dê beşeke mezin a pirsgirêkên Iraqê çareser bibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:10:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x