Şewket Berbuharî: Deriyê sînorî yê Pêşabûrê vekirî ye

Deriyê sînorî yê Pêşabûr yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de îro danê sibê dejimêr 09:00, bi awayekî fermî dubare hat vekirin.

05.06.2023, Pts - 09:51

Şewket Berbuharî: Deriyê sînorî yê Pêşabûrê vekirî ye
Nuçe Belav bike

Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji K24ê re ragihand, derî îro bi awayekî fermî di navbera her du aliyan de li pêş rêwiyan, xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê, xwediyên îqameyên biyanî û karsazan hatiye vekirin.

Diyar kir jî, derî li gorî pergala berê, her kesê ku bixwaze di vî deriyî re derbas bibe, dikare serlêdana serhêl (online) bike û piştî pejirandinê, bi rengek normal derbas bibe.

Berbuharî destnîşan kir jî, derî li tevgera bazirganiyê jî hatiye vekirin.

Deriyê sînorî yê Pêşabûrê/Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye û ji destpêka sala 2013na ve, bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkariya gelê Kurdistanê yê li Sûriyê hatiye vekirin. Roja 11ê Gulana borî jî hatibû girtin û piştî 25 rojan îro dîsa hat vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:48:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x