Serok Barzanî: Xebata gelê me ji bo berevaniyê bû li dijî zilmê

Serok Mesûd Barzanî di roja duyem a merasîma vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî de ragihand: “Xebata gelê me ji bo berevaniyê bû li dijî zilmê.”

12.05.2023, Cum - 12:04

Serok Barzanî: Xebata gelê me ji bo berevaniyê bû li dijî zilmê
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe ya roja duyem a merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de li ser armanca dirustkirina muzexaneyê diyar kir: “Ev ji bo wê yekê hat dirustkirin ku dîroka tijî serwerî, bimîne û winda nebe. Çimkî hinek xaran mirov wisa difikire ku tiştê tu dizanî, kesê li hemberî te jî dizane, pêwîst nake behs bikî, lê dema tu lê dinêrî, ev xelet e, gelek tişt hene ku xelk nizane, yek ji wan jî Rêbaza Barzan, an jî Tevgera Rizgarîxwaz ku li Barzan dest pê kir.”

Serok Barzanî diyar kir: “Ez hêvî dikim, bi rêya vê muzexaneyê, nifşên siberojê, heta astekê ji dîroka tijî serwerî ya miletê xwe fêm bikin.”

Herwiha destnîşan kir: “Dîroka xebata gelê me gelek hatiye têkdan, ew dewletên ku zilmeke mezin li me kir, her dem wisa dane nîşandan ku yasayan cîbicî dikin û em jî rêgir û xelkekî li dijî yasayan in. Lê berevajî bû, wan zilm li me kiriye, miletê me jî berevaniya xwe kirine, loma niha di arşîva gelek wan dewletan de belgenameyên nû bi dest dikevin, ku wan di raportên xwe de rastiyên xwe gotine ku çawa û çi hatine kirin.”

Serok Mesûd Barzanî diyar kir: “Hûn di vê muzexaneyê de dibînin, ew cil û berg û çek û hemû tiştên pêwendiya wan bi Cenabê Barzaniyê Nemir û gelek ji wan têkoşerên ku hevrê û hevalên wî bûn, dibînin. Îro bi saya serê wan em jî li vir dikarin vê boneyê birêve bibin.

Gelek caran Rêbaza Barzan an jî Rêbaza Barzanî tê gotin, ev peyv in ku pêwîstiya wan bi zelalkirinê heye, dema wê yekê hatiye ku hinek tişt werin gotin, ku beriya niha nehatibin gotin, lê niha dema wê ye.

Rêbaza Barzan di serdema Şêx Ebduselamê Şehîd, an jî Şêx Ebduselamê Duyem ve dest pê kir, beriya wê zemînsazî jê re hatibû kirin, eslen binemala me, bapîrê me yê mezin Şêx Tacedîn ku hatiye Barzan, sedsala nehem a koçî bûye, li vir mizgeft ava kiriye, pirtûkxaneyeke olî ava kiriye, zanayekî mezin bû û nav û dengê wî bi dîndarî û xwedaperestî derketibû, bêguman nifşên din jî li ser hema rêbaz berdewam bûne, heta gihîşte Şêx Ebduselamê Yekem, ku ew jî zanayekî gelek mezin bû, pêwendiyeke rûhî di navbera wî û Mewlana Xalidê Neqşebendî û Seyîd Tahayê Nehrî û gelek şêxên din de hebû, wek şêxên Biyare û şêxên Alûsî.”

Serok Barzanî ragihand: “Sê tişt ji bo me esas in, ku wek bingeh in ji bo rêbazê, yekem Xwedanasîn û xwedaperestî, niştimanperwerî, mirovdostî û pêkvejiyan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:22:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x