Serok Barzanî: Li cem min nav û erkê herî pîroz Pêşmergetî ye

Serok Mesûd Barzanî di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de gotarek pêşkêş kir û ragihand, li cem min nav û erkê herî mezin û pîroz, Pêşmergetî ye û ez Pêşmerge me.

04.11.2022, Cum - 05:51

Serok Barzanî: Li cem min nav û erkê herî pîroz Pêşmergetî ye
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di gotara xwe de diyar kir: “Pir bi dil spasiya we dikim ji bo vê baweriyê, şerefeke mezin e ku ez di xizmeta we de me, ez dixwazim ji dil ve ji we re bibêjim, ez her çi bim, li cem min nav û erkê herî mezin û pîroz Pêşmergetî ye û ez Pêşmerge me.”

Serok Mesûd Barzanî eşkere kir: “Ez ne ji wan kesan im ku dixwazin heta bimirin, serok yan berpirs bin, min dixwest keşeke wisa dirust biba li Herêm û navçeyê, min di vê kongreyê daxwaza destûrê ji we xwestiba, çimkî hemû destpêkek dawiyeke wê heye, hemû mirov çiqas mezin bin û di çi pile û payekekê de bin, di encamê de rojek tê we bi cih dihêlin.”

Herwiha destnîşan kir: “Ez jî mirovek im weke yek ji wan kesan, em bixwazin jî nexwazin jî, hûn bixwazin jî nexwazin jî, roja ku îradeya Xweda temam bû, ez we bi cih dihêlim. Ev tiştekî sirûştî ye. Lê belê înşallah, di kongreya bê de em zûtir bikin, ez bikarim wê niyetê pêk bînim, çimkî ez naxwazim mirin min ji we cuda bike, dixwazim beriya wê, ji we re bibêjim, emanetê Xweda bin.”

Serok Barzanî got: “Her mirovek di jiyanê de hinek taybetmendiyên xwe hene, yên me jî hene, Cenabê Barzanî beriya wefat bike, wesiyet kir li min û Kak Îdrîs, got divê hûn yek giyan bin di du qaliban de, her dem ez amade bûm xwe li şûna Kak Îdrîs deynim, li şûna wî bim, qeder di destê mirov de nîne, di destê Xwedê de ye, bi Xwedê eger bijarde di destê min de bûya, min xwe li şûna Kak Îdrîs dadianî, ez biçim û Kak Îdrîs bimîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:40:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x