Serok Barzanî: Kerkûk bi nasnameya xwe ve Kurdistanî ye...

Îro, li Selahedîn Serok Barzanî li gel partî û aliyên siyasî yên Tirkmen civiya.

30.11.2017, Per - 12:49

Serok Barzanî: Kerkûk bi nasnameya xwe ve Kurdistanî ye...
Nuçe Belav bike

Di civîna ku bi boneya bibîranîn û merasîma pêxemberê îslamê de, serok Barzanî pîrozbayî li hemû amadebûyên civînê û mislimanên Kurdistanê û hemû mislimanên cîhanê kir û di gotara xwe de ronahî xist ser pêşhateyên siyasî yên dawiyê û qonaxa piştî referandûm û bûyerên 16'ê cotmehê.

Di civînê de serok Barzanî pesna helwêst û beşdariya pêkhateya tirkmenan a di proseya referandûmê de kir û diyar kir pêwîstiya berdewambûna pêkve jiyan û berevanî li maf û wekhewiya di navbera hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê heye. Derbarê bajarê Kerkûkê de jî serok Barzanî teqez kir ku nasnameya Kerkûkê Kurdistaniye, lê milkê ti pêkhateyekê tenê nîne û got pêwîste Kerkûk bibe nimûneya pêkvejiyana olî û netewî.

Di beşek din a civînê de, serok, sekreter û nûnerên partiyên tirkmenên Kurdistanê spasiya helwêst û xemxoriya serok Barzanî kirin, ji ber parastin û li berçav girtina mafên pêkhateya tirkmen a di salên borî de û di dema nivîsandina destûra Iraqê û herwaha piştevaniya berdewam a serok Barzanî ji bo pêkhateya tirkmen an.

Amadebûyên civînê diyar kirin ku referandûm destkevtek dîrokî yê hemû pêkhateyên Kurdistanê ye û ragehandina heqîqetê ye û daxwaza rûniştvanên Kurdistanê ye. Herwaha ji serok Barzanî re ragehandin ku pêkhateya tirkmen li gel kurd û pêkhateyên din ên Kurdistanê xwedî heman çarenivîs û paşeroja hevbeş e.

Di beşek din ê civînê de proseya siyasî ya herêma Kurdistanê, Iraqê û bi taybet jî helbijartin hatin gotûbêj kirin û hat ragehandin ku parastina destkevt û mafê pêkhateyan di proseya helbijartin û îstîqaqê siyasî û helbijartina pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê de vekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 5115 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x