Rayedarên Brîtanyayê û Barzanî nexşeya Rojhilata Nabîn gotûbêj kir

Wêne ji civîna rayedarên payebilind ê Wezareta Derve ya Brîtanyayê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ketin çapemeniyê.

18.04.2017, Sal - 06:22

Rayedarên Brîtanyayê û Barzanî nexşeya Rojhilata Nabîn gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Rojnameyeke Tirkiyeyê li ser vê civîna Serok Barzanî û rayedarên Wezareta Derve ya Brîtanyayê wiha got, "Brîtanya bi Barzanî re behsa dewleta Kurdistanê û dariştina nû ya nexşeya Rojhilata Navîn dike".

Berî çend rojan şandeyeke Brîtanyayê bi serokatiya berpirsê karûbarên Afrîqa û Rojhilata Navîn di Wezareta Derve ya Brîtanya de, Tobias Ellwood li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiyabû.

Hatibû ragihandin ku di wê civînê de şandeya mêvan bi Barzanî re li ser şerê DAIŞê, rola Pêşmerge di wî şerî de gotûbêj kirine.

Lê rojnameya "Millî" ya Tirkiyeyê, şandeya Brîtanî û Barzanî "civînek taybet" li ser dariştina nû ya nexşeya Rojhilata Navîn pêk aniye û herdûyan behsa referandûm û dewleta Kurdistanê kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşandibû û tê de ragihandibû ku şandeya Brîtanyayê silavên Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May gihandin Barzanî û behsa biryar û raspardeyên Komîteya Asayişa Brîtanyayê yên li ser rewşa Iraqê û piştevanîkirina li Hêzên Pêşmerge kir û Hêza Pêşmerge wek hêzeke herî bi bandor a li dijî terorê bi nav kir.

Li gor daxuyaniyê, di vê civînê de Mesûd Barzanî û Tobias Ellwood bi hûrgilî li ser nîgeraniyên her du aliyan yên di derbarê qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê de gotûbêj kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 5715 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:43:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x