Partiyên siyasî yên Kurd li Kerkûkê: Eger rewşa Kerkûkê neyê çareserkirin, karesat dê rû bide

Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê, weke tekane çareseriya pirsgirêkên parêzgeha Kerkûkê dibînin û dibêjin, eger rewş neyê çareserkirin, Kerkûk dê ji kontrolê derkeve û karesat rû bide.

05.06.2023, Pts - 13:59

Partiyên siyasî yên Kurd li Kerkûkê: Eger rewşa Kerkûkê neyê çareserkirin, karesat dê rû bide
Nuçe Belav bike

Îro 5ê Hezîrana 2023an, derbarê rewşa Kerkûkê bi giştî û bûyerên vê dawiyê ku hêzeke artêşa Iraqê rê nedan cotkarên Kurd ên gundê Topzawa genimê xwe biçinin, aliyên siyasî yên Kurdistanê li Kerkûkê li baregeha Partiya Komunîst a Kurdistanê li Kerkûkê civiyan.

Di daxuyaniyeke hevbeş de jî, beşdarên civînê dilgiraniya xwe ji rewşa Kerkûkê anîne ziman û gotin: “Rewşa Kerkûkê roj bi roj ber bi nearamiya siyasî ve diçe û xeleka erebkirina bajêr berferehtir dibe û ji bo vê yekê jî hewldan zêde bûne.”

Partiyên siyasî yên Kurd li Kerkûkê di 5 xalan de çendîn daxwaz pêşkêşî hikûmeta Iraqê û aliyên peywendîdar kirin û gotin: “Cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê, tekane rêya çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Eger ev rewş neyê çareserkirin, Kerkûk dê ji kontrolê derkeve û karesat çêbibe.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, “Bûyerên li gundê Topzawa û yên beriya niha, nearamiya rewşa Kerkûkê nîşan dide.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Divê nûnerên Kerkûkê û hemû pêkhateyên wê pêkevejiyê li vî Kerkûkê biparêzin.”

Hat gotin jî: “Divê erkê artêşê parastina sînoran be û destêwerdanê di nav karûbarên navxweyî û nakokiyên siyasî û qanûnî de neke.”

Beşdarên civînê got jî: “Em bi hemû awayî piştgiriya cotkarên Kurd û Tirkmen dikin di parastina mafên xwe de û dest ji wan bernadin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 119 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:13:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x