Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin Kurdistan bibe nimûneya parastina mafên jinan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi bineya Roja Rûbirûbûn û Nehiştina Tundûtûjiya li dijî Jinan peyamek belav kir.

25.11.2022, Cum - 11:42

Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin Kurdistan bibe nimûneya parastina mafên jinan
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Di Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundûtûjiya li dijî Jinan û destpêkirina helmeta 16 rojan a ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan, em helwesta neguherî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûn û nehiştina hemû cûre tundûtûjiyan de, bi taybetî cudakarî û tundûtûjiya li dijî jinan dubare dikin.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Yek ji erkên pêşîn ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêkanîna zemîn bûye li ber jinên Kurdistanê, da ku rola xwe ya aktîv û bi bandor û hêja li pêgehên cûr bi cûr ên hikûmraniya Herêma Kurdistanê bilîzin, herwiha em bi hemû şêwe hewla pêşvebirina kultûra rêzgirtina li mafên mirovan bi giştî û mafên jinan û nehiştina cudakariya regez a li Kurdistanê didin.”

Herwiha eşkere kir: “Jinên Kurdistanê di salên borî de destkeftên girîng bi dest xistine, lê belê mixabin hîn jî asteng û berbest hene û rûbirûyî tundûtûjiyê dibin, loma em hêvî dikin bi hevkariya hemû aliyan û pêkhateyên civakê, dawî li hemû cûre tundûtûjî û cudakariyên regezî bînin û Herêma Kurdistanê bibe nimûneyeke geş a parastina mafên jinan û mafên mirovan bi giştî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 115 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:32:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x