Mesrûr Barzanî di civîna ligel Balyozê Swêdê de: Divê hilbijartin îsal di dema xwe de bên kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel li Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom civiya.

05.06.2023, Pts - 13:56

Mesrûr Barzanî di civîna ligel Balyozê Swêdê de: Divê hilbijartin îsal di dema xwe de bên kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de gotûbêj kirin.

Di derbarê pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de jî, Mesrûr Barzanî û Balyozê Swêdê tekezî li ser giringî û pêwîstiya rêzgirtin li rêkeftinên di navbera her du aliyan de û dabînkirina mafên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kirin.

Destnîşan kir jî, di mijareke din a civînê de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û giringiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoyê hate gotûbêjkirin.

Di vê derbarê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, divê hilbijartin îsal di dema xwe de bên kirin.

Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom got, tevî pirsgirêk û astengiyan, lê bi kêfxweşî proseya avedankirin û geşepêdana Herêma Kurdistanê û Hewlêrê bi taybetî berdewam e.

Mijareke din a civînê jî, taybet bû bi pêşxistina rewşa jinan li Kurdistanê û giringiya dabînkirina derfetên wekhev ji bo jinan di warên curbicur de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:52:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x