Li Kerkûkê lehî rabû: 2 zarok xeniqîn

Li gundê Hesare yê ser bi nahiya Şiwan a li parêzgeha Kerkûkê, du zarok di nav lehiyê de xeniqîn

26.11.2022, Cts - 08:18

Li Kerkûkê lehî rabû: 2 zarok xeniqîn
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Tenduristiyê ya Kerkûkê de hat diyarkirin ku barîna baranê bandor li gundê Zirarê yê girêdayî navçeya Altunköpru ya Kerkûkê kiriye.

Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku li gundê Zirarê malek di bin avê de ma û ji heman malbatê 2 zarokên jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku endamên din ên malbatê bi destwerdana xebatkarên Agirkujiya Kerkûkê hatin rizgarkirin, cenazeyên 2 zarokan birin saziya tiba edlî û dê sibê bên definkirin. Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Kerkûkê de hat ragihandin ku barîna ku ji şevê ve dest pê kiriye tê pêşbînîkirin, lê zêdebûna wê nayê pêşbînîkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 128 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:02:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x