Konsulxaneya Amerîkayê li ser rizgarkirina 6 Kurdên Êzidî daxuyanî da

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ji bo rizgarkirina 6 keçên Kurdên Êzidî pîrozbahî li Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî kir.

05.06.2023, Pts - 07:17

Konsulxaneya Amerîkayê li ser rizgarkirina 6 Kurdên Êzidî daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Konsulxaneya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got, “Em pîrozbahiyê li Nadiya Murad û Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ya Serokê Herêma Kurdistanê dikin ji bo rizgarkirina revandiyên Êzidî û hewlên serkeftî yên rizgarkirina 6 keçên Êzidî ji destê DAIŞê û vegerandina wan ji bo warên wan.”

Xwediya xelata Nobelê ya Aştiyê Nadiya Murad roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an ji bo dîtina 6 keçên din ên Êzidî û vegerandina li malbatên wan spasiya Nêçîrvan Barzanî û hewlên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî kir.

Nadiya Murad di peyama xwe de got, “Rizgarkirina van jinên Êzidî bêyî hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî zehmet dibû.”

Nadiya Murad anî ziman, “Nêçîrvan Barzanî bi vekirina ofîseke ji bo rizgarkirina jin û keçên revandî yên Êzidî, bûye alîkar ku hejmareke zêde ya dîlan ji destê DAIŞê rizgar bibin.”

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî di meha Adara îsal de di daxuyaniyekê de ragihand, DAIŞê 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin; ji van 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 jî mêr in. Her wiha ji van 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin û 2 hezar û 693 kes jî heta niha winda ne.

Bi rizgarkirina 6 jinan re hejmara kesên ku hatine rizgarkirin derket 568an û hejmara windayan jî daketiye 687 kesan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:35:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x