Îran tank û wesayitên zirhî dişîne ser sînorê Herêma Kurdistanê

Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (ya Îranê) Mihemed Pakpûr ragihand, hêzên zirhî û hêzên bersivdana bilez li ser sînorê Herêma Kurdistanê tên bihêzkirin û tekez kir, “Em dê berdewam bin li ser rûbirûbûna komên cudaxwaz.”

25.11.2022, Cum - 11:07

Îran tank û wesayitên zirhî dişîne ser sînorê Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Li gor ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê, General Mihemed Pakûr weke amaje bi xwepêşandanên wê dawiyê yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, wan xwepêşandanan wek alozî bi nav dike û dibêje, li hember wê rewşê wan biryar daye ku hêzên xwe li navçeyên sînorî yên li rojava û bakur rojavayê welat (Rojhilatê Kurdistanê) zêde bikin.

Mihemed Pakpûr dibêje, “Li dû liv û tevgera çete û komên terorîstî yên cudaxwaz ên dijî Îranê li bakûrê rojavayê welat û çêkirina xirabî û ne aramiya li hin deveran, hêzên bejayî yên Supahê Pasdaran bi xurtkirina hêzên xwe li navçeyên sînorî yên rojava û bakûrê rojavyê welat û sûdwergirtina ji hevkariya xelkê xwecihî yê bi xîret bi awayekî bi biryar rûbirûyê faktorên ne aramiya li navçeyê dibe.”

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Xelîl Xoşewî, “Îranê tank û zirêpoş, top û dronên zêdetir anîne ser sînor û armanca wan em û statuya Herêma Kurdistanê ye.”

Li aliyekî din, Rêxistina Hangawê bo Mafên Mirovan dîmenên veguhastina tank û çekên giran bo ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê belav kiriye. Di dîmenekê de hejmarek tank li nav bajarê Şinoyê tên dîtin ku ber bi sînor ve tên veguhastin.

Herwiha di dîmeneke din de xuya ye ku Îran hejmareke zêde ya tank û wesayitên zirhî bo ser sînorê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê dişîne.

Li gor zanyariyên ku derbarê vîdyoyê de hatine belavkirin, Supaya Pasdaran hêzên zêdetir û çekên giran ji Urmiyê û Biryargeha Hemze Seyiduşuheda vediguhêze ser sînorê Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 147 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:49:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x