Gundekî Silêmaniyê bi dronan hat bombebarankirin; birîndar hene

Gundê Gelale yê nahyeya Mawet a Silêmaniyê bi dronan hate bombebarankirin, di encama bombebarana dronan de 2 kes birîndar bûn.

05.06.2023, Pts - 05:58

Gundekî Silêmaniyê bi dronan hat bombebarankirin; birîndar hene
Nuçe Belav bike

Nûçegîhanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar ragihand, êrîşeke asmanî li ser gundê Gelaleyê hatiye kirin lê cihê ku hatiye bombebarankirin li derveyî gund e.

Li gorî agahiyên ku ji wî gundî gihîştine ber destê Nûçegîhanê Rûdawê, di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûne ku ne sivîl û şêniyê wî gundî ne.

Berpirsê Tendirustiyê ya Mawetê ji Rûdawê re ragihandin ku heta niha ti birîndar ji bo nexweşxaneyê nehatine veguhestin.

Li gorî agahiyan 2 roj in dron û firoke li ser wê herêmê digerin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:18:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x