Cotkarên Kerkûkê ji saziyan re: Me neçar nekin ku em li hember we bisekinin

Cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê li dijî astengiyên artêşa Iraqê yên li hember çinîna genim û berdewamiya proseya erebkirinê, nerazîbûna xwe pêşan dan û daxwaza çareserkirina pirsgirêkên xwe kirin.

04.06.2023, Paz - 18:55

Cotkarên Kerkûkê ji saziyan re: Me neçar nekin ku em li hember we bisekinin
Nuçe Belav bike

Cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê îro 4ê Hezîrana 2023an nerazîbûna xwe pêşan dan û daxwaz kirin ku zilm û zordariya li ser wan tên kirin, bidawî bibe.

Cotkarên Kurd û Tirkmen di daxuyaniyekê de diyar kirin ku li gorî biryara rêveberiya rejîma Beis serederî bi wan re tê kirin. Daxwaz ji Dadgeha Bilind, Hikûmeta Iraqê û saziyên bajêr kirin ku di her biryarekê de li ser zeviyên li bajêr şêwir bi wan re bê kirin. Cotkar dibêjin: “Yên ku niha biryaran didin, ne nûnerên me ne, bila em li ser axa xwe biryarê bidin û negihin wê rojê ku em li hember we bisekinin.”

Di daxuyaniyê de het, “Berî 40 salan bi biryara rejîma Beis a rûxyayî erdên me hatin desteserkirin. Erdên me li ser xelekî din de hatin parvekirin. Beşek wan kesên ku anîne ser axa me, ne ji vir in û ji cihekî din hatine anîn.”

Cotkarên Kurd û Tirkmen daxwaz kirin ku hemû biryarên di dema rejîma Beis de hatine dayîn, bên hilweşandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:34:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x