Artêşa Iraqê ji derdora kampa Mexmûrê vekişiya

Encûmena Kampa Mexmûrê ragihand ku piştî 16 rojan ji dorpêçkirina kampê ji aliyê Artêşa Iraqê ve, duh Yekşemê hêzên Iraqê li derdora kampê vekişyan.

05.06.2023, Pts - 14:10

Artêşa Iraqê ji derdora kampa Mexmûrê vekişiya
Nuçe Belav bike

Piştî ku hêzên Artêşa Iraqê ji 20ê Gulanê ve çûne ser Kampa Mexmûrê ya penaberên Bakurê Kurdistanê û hewl dan li dora wê xendekan bikolin û dora wê bi têlan bigirin, nerazîbûna xelkê kampê berdewam bû û ji bo wê yekê jî li pêşiya kampê konê nerazîbûnê vedabûn.

Ji bo çareserkirina aloziyan û asayîkirina rewşê li kampê, rayedarên Kampa Mexmûrê bi rayedarên Iraqê re gelek hevdîtin kirin. Di encama wan hevdîtinan de lihevkirin çêbû û leşkerên Iraqê ji dora kampê vekişiyan û xelkên Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anîn.

Encûmena Kampa Mexmûrê derbarê rewşê de daxuyaniyek belav kir. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan a li Kampa Mexmûrê ji aliyê Hevserokê Encûmena Kampa Mexmûrê Yusif Kara ve hat xwendin.

Encûmena Kampa Mexmûrê dibêje, ew bi rêya diyalogê bi rayedarên Iraqê re gihştine lihevkirinekê ku hêzên Iraqê ji derdora Kampa Mexmûrê vekişin û encûmena kampê jî dawî li nerazîbûnan bîne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me ji ber vê mijarê gelek hevdîtin pêkanîn û herî dawî hevdîtinek a me li Bexdayê çêbû. Di encama hevdîtinan de, bi rêya diyalogan li hevkirinek çêbû. Iraqê hêzên xwe yên zêde ku hatibûn dora wargehê dorpêç bikin, paşde birin û me jî dawî li çalakiyên xwe yên demokratîk wek çalakiya konvedanê anîn.”

Encûmena kampê herwiha dibêje, heta niha wek kamp wan ti zagonên Iraqê binpê nekirine.

Di 20 Gulanê de hêzên Artêşa Iraqê çûn Kampa Mexmûrê û hewl dan dora kampê bi têlan bigrin û kampê bixin di bin çavdêriya xwe de, lê nîşteciyên kampê ku penaberên Bakurê Kurdistanê ne, ew yek red kirin û nerazîbûn nîşan dan.

Li gor medyaya nêzîkî PKKê, êvara heman rojê di navbera nîştecihên kampê û leşkerên Iraqê de alozî derket, hêzên Iraqê gule berdan û xelkê kampê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama aloziyan de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:14:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x