Pisporê erdhejê hişyarî bo Colemêrg û Sêrtê da

Pisporê Zanista Zeviyê û Erdhejê Prof. Dr. Naci Gorur ragihand ku di erdhejên dawî de bi herîkîna Lewha Ereb ber bi bakur ve tengasî çêbûne û dibe heman tişt li herêmên Sêrt û Colemêrgê jî bê dîtin.

04.06.2023, Paz - 18:47

Pisporê erdhejê hişyarî bo Colemêrg û Sêrtê da
Nuçe Belav bike

Pisporê Zanista Zeviyê û Erdhejê Prof. Dr. Naci Gorur îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê erdheja îro ya li Amedê de peyamek belav kir.

Gorur dibêje: “Li Elmader-Şankuşê ser bi Amedê bi hêza 4.2 pile erdhej. Erdhej li ser xeta Bedlîs-Zagrosê ye. Ev xet di erdhejên dawî de bi tevgera Lewha Ereb ku ber bi bakur diçe tengezar dibe. Tengasiyên bi vî awayî dibe ku li herêmên Sêrt û Colemêrgê jî bên dîtin.”

AFADê ragihandibû ku roja Yekşemê li navçeya Şankuşê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê demjimêr 01:25 deqqe bi hêza 4.2 pile erdhejek çêbûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:32:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x