Parêzgariya Şirnexê derbarê cerdevanê hatibû kuştin de daxuyaniyek da

Parêzgariya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê derbarê kuştina cerdevan Mustafa Erdem ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hatibû daxuyaniyek da.

05.06.2023, Pts - 14:00

Parêzgariya Şirnexê derbarê cerdevanê hatibû kuştin de daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Şirnexê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li gor tespîtên ewil bûyer wek "êrîşa terorê" hatiye nirxandin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê roja 04.06.2023yan demjimêr derdora 21:00an de cerdevanê ewlehiyê Mustafa Erdem di encama êrîşa çekdarî ya di otomobîla xwe ya taybet de hatiye kuştin. Li gor tespîtên ewil bûyer wek êrîşeke terorîstî tê nirxandin.”

Çi bûbû?

Roja Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an li taxa Sûrê ya kolana Aydinlik a navçeya Cizîrê cerdevanê bi navê Mistefa Erdem derdora demjimêr 21:00an de di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hat.

Piştî êrîşê otomobîla ku Mistefa Erdem tê de bû hat şewitandin.

Piştî agahdarkirinê tîmên hawarçûnê, tenduristiyê û polîs ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên hawarçûnê agir vemirandin Mistefa Erdem ji otomobîlê hat derxistin û ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî ya hate birin lê tevî hewldanan jî Mistefa Erdem nehat rizgarkirin.

Li ser bûyerê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Herwiha hate ragihandin ku cenazeyê Mustafa Erdem li bajarokê Dergûl hate veşartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 568 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:56:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x