Li Zap-Avaşînê 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di operasyona “Pence-Kilîd” di nav axa Herêma Kurdistanê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne. Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye dibêje di encama çalakiyên gerîlayên wan de 5 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne

26.11.2022, Cts - 08:02

Li Zap-Avaşînê 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja Înê 25ê Mijdara 2022an li devera operasyona Pence Kilîd a li nav axa Herêma Kurdistanê, di encama çalakiyeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de efserekî artêşa Tirkiyê bi navê Onur Ozturkmen û 2 leşkerên din ên bi navên Îsmaîl Unal û Mustafa Yildiz hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne. Wezareta navborî ragihandiye ku leşkerên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye her doh 25ê Mijdara 2022ê ragihand ku di encama çalakiyên wan ên li Zap, Metîna û Avaşîn de 5 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna li nav axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kir û operasyon heta niha berdewam in. Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên nav axa Herêma Kurdistanê li xwe digire.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bîlançoya 7 mehan a "Operasyona Pence-Kilîd" li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên Başûrê Kurdistanê ku ji 17ê Nîsanê ve hatiye destpêkirin eşkere kiribû û îddîa kiribû ku di 7 mehên wê operasyonê de 455 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya HPGê jî bîlançoya 7 mehan a şer û pevçûnên ligel artêşa Tirkiyê eşkere kiribû û ragihandibû ku bi giştî di operasyona Pence Kilîd de 2 hezar û 544 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin ku 18 jê efser bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:20:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x