Li Sêwasê erdhej çêbû

Li navçeya Ulaşê ya Sêwasê li Bakurê Kurdistanê bi mezinahiya 4,1 pile erdhej çêbû.

03.06.2023, Cts - 19:44

Li Sêwasê erdhej çêbû
Nuçe Belav bike

Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) navend navçeya Ulaşê ya Sêwasê bi mezinahiya 4,1 pile erdhej çêbû.

Erdhej 7 kîlomêtro di bin erdê de çêbû.

Qaymeqamê Ulaşê Selçuk Baş ragihand ku heta niha tu agahiyên neyinî negihaştin wan.

Baş herwiha got ku ekîb di amadebaşiyê de ne û li navçeyê lêkolîn berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:16:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x