Li Êlihê îskeleya avahiya mizgeftê hilweşiya: mirî û birîndar hene

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di encama hilweşîna îskeleya avahiya mizgeftekê de karkerekî cane xwe ji dest da û 19 karker jî birîndar bûn.

26.11.2022, Cts - 08:05

Li Êlihê îskeleya avahiya mizgeftê hilweşiya: mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Duh 25ê Mijdara 2022ê li taxa Gultepe ya parêzgeha Êlihê îskeleya avahiya mizgeftekê ku karkeran li ser kar dikir, hilweşiya.

Li gor zanyariyan di bûyerê de 20 karker birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan necîgir e. Herwiha 2 karker jî li ser îskeleyê asê man.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û Tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê û karkerên asê mane jî rizgar kirin.

Lê gor zanyariyan yek ji karkerên birîndar tevî hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Parêzgariya Êlihê piştî bûyerê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 146 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:27:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x