Li Dêrsîmê meş, civîn û çalakî bo 15 rojan hatin qedexekirin

Li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure meş, civîn, çalakî, xwepêşandan, daxuyaniyên medyayê, vedana kon, mîtîng û çalakiyên rûniştinê bo 15 rojan hatin qedexekirin.

25.11.2022, Cum - 12:07

Li Dêrsîmê meş, civîn û çalakî bo 15 rojan hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Piştî êrîşên esmanî yên Tirkiyê bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li bajarên Bakurê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin û hikûmet jî yek bi yek qedexeya çalakiyan radigihîne. Piştî, Colemêrg, Riha, Çewlig, Amed, Şirnex, Wan, Bedlîs û Êlihê li Dêrsîmê jî qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Parêzgariya Dêrsîmê ragihand, ji bilî çalakiyên saziyên hikumî li tevahiya parêzgehê hemû cure meş, civîn, çalakî, xwepêşandan, daxuyaniyên medyayê, vedana kon, mîtîng û çalakiyên rûniştinê ji 24ê Mijdara 2022ê demjimêr 00:01ê heta 8ê Kanûna 2022ê demjimêr 23:59an hatine qedexekirin.

Parêzgariya Dêrsîmê îdia dike, ku biryar bi armanca ewlekariya neteweyî, aramiya raya giştî, rêgirîkirina tawanê, parastina maf û azadiya xelkê, rêgirîkirina belavbûna Coronayê û rêgirîkirina provakasyon û bûyerên civakî hatiye wergirtin.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ragihandin, ku bi ti awayî rê bi çalakiyên bêdestûr nayê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 131 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:25:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x