Lehiyê zerar da çend bajarên Bakurê Kurdistanê

Li parêzgehên Çewlîg û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê lehiyê gelek zerar gihand xelkê û çandiya li herêmê.

31.05.2023, Çar - 13:31

Lehiyê zerar da çend bajarên Bakurê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Li Bakurê Kurdistanê barîna baranê li hin herêman didome û ew yek li hin parêzgehan bûye sedema lehiyan.

Herî dawî li her du parêzgehên Xarpêt û Çewlîgê ji ber barîna baraneke zêde lehî rabûn û zerar gihandin herêmê.

Li Çewlîgê, ji ber lehiyê rêyên çend gundan qut bûn û xelkê hewl da bi xwe rêyan vekin.

Rêya gundê Qirtûzî jî ji ber lehiyê qut bûye û çûnûhatin lê rawestiyaye, lewra niştecihên gund hewl didin rê vekin, lê bê encam e.

Welatiyekî gundê Qirtûzî dibêje, her sal ev halê me ye û ti kesek çareser nake.

Sedef Taşdemir wiha giliya xwe tîne ziman: “Her sal ve lehî radibe. Kesek jî çareser nake. Her sal heman tişt diqewime.”

Lehiyê zerar daye mal û axuran. Nêzîkî nîvê xelkê gundê Qirtûzê yê navçeya Kanîreşê, ji ber lehiyê zerar dîtine.

Gundî hewl didin ava lehiyê ji mala xwe vala bikin.

Selahattin Alkan derbarê zerarên lehiyê de dibêje: “Dema baran dibare lehiyeke ecêb radibe. Av di ser re diavêje û diçe nav mal û axuran. Bila çareyekê bibînin.”

Li gundê Xidir Baba yê li parêzgeha Xerpêtê jî bi heman awayî ziyan hene.

Li wî gundî ji ber lehiyê 103 serî pez ji nav çûne û 3 hezar donim zeviyên cotkaran ziyan dîtine.

Saziya Keşnasiya Tirkiyê jî ragihandiye ku li Bakurê Kurdistanê barîna baranê berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:26:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x