Mesrûr Barzanî: Emê sozên xwe yên ji bo paşerojeke dîjîtal û Kurdistaneke bihêztir pêk tînin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sozên xwe yên ji bo paşerojeke dîjîtal û Kurdistaneke bihêz bicih bîne.

04.06.2023, Paz - 18:52

Mesrûr Barzanî: Emê sozên xwe yên ji bo paşerojeke dîjîtal û Kurdistaneke bihêztir pêk tînin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê sîstema qeydkirina saziyên bazirganiyê de di tweet de ragihand, “Em sozên xwe yên ji bo pêşerojek dîjîtal pêk tînin.” Serokwezîr got jî: “Hûn niha dikarin karsaziya xwe bi onlie bikin, bi riya (business.digital.gov.krd).

Ji bo hêsankirin û kêmkirina barê darayî û bilezkirina kar û barên hikûmî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî dîjîtal tomarkirina saziyên bazirganiyê dike. Ji niha û pê ve welatî dikarin bi rêya portala serhêl (online) a ku Serokwezîr di tweeta xwe de behsa wê kiriye, serlêdanê bikin.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, bi rêya vê sîstema nû, her dem û li her deverê be, welatî ew dikarin bi hêsanî, zû û bi ewle daxwazên tomarên bazirganiyê yên xwe pêşkêş bikin. Bi vê re jî, ji her kompanyayeke qeydkirî re "hejmara yekîneyeke bêhempa" tê dayîn ku bi hêsanî sûdê ji xizmetguzariyên din ên hukûmetê bibînin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand jî, sîstema nû gelek avantajên xwe hene, êdî ne bi gelek dem û lêçûn, kompanya û navên bazirganan tên tomarkirin, lê li her cihekî be seddi 80 ji berê erzantir û di nav 24 demjimêran de navê Bazirgan tê tomarkirin. Her wiha serlêder jî dikare bi lêgerîna li ser înternetê navê bazirganiya xwe piştrast bike, ta ku kesekî din nikaribe li Herêma Kurdistanê kompanyayekê bi heman navî tomar bike.

Fermangeha Medya û Zanyariyan amaje bi wê jî da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi veguhertina dîjîtal, asankirin û pêşxistina rêveberiya bikêrhatî ji bo xizmetkirina baştir ji welatiyan re dubare dike. Di vî warî de jî di warê teknolojiya nû de gavên xurt avêtine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sozên xwe yên ji bo paşerojeke dîjîtal û Kurdistaneke bihêz bicih bîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê sîstema qeydkirina saziyên bazirganiyê de di tweet de ragihand, “Em sozên xwe yên ji bo pêşerojek dîjîtal pêk tînin.” Serokwezîr got jî: “Hûn niha dikarin karsaziya xwe bi onlie bikin, bi riya (business.digital.gov.krd).

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 343 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:00:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x