Şêwirmenda Esad: Mafê ti welatekî tune ye ewlehiya xwe di nav welatekî din de biparêze

Şêwirmenda Taybet a Serokê Sûriyê radigihîne, ji bo pêkanîna armancên xwe yên li ser xaka Sûriye û Iraqê, bihaneyan çêdike.

24.11.2022, Per - 13:11

Şêwirmenda Esad: Mafê ti welatekî tune ye ewlehiya xwe di nav welatekî din de biparêze
Nuçe Belav bike

Şêwirmenda Taybet a Serokatiya Komara Sûriyê Buseyna Şaban di hevpeyvîneke taybet de ligel kenala “Sûrî” de ragihand, dagirkeriya Tirkiyê hincetên pûç digire ji bo terorîstên ku di bin sîwana wê de ne li bakurê rojavayê Sûriyeyê bimînin.

Tekez kir jî, ev yek ji aliyê navdewletî ve tê redkirin, ji ber ku mafê ti welatekî tune ye ewlehiya xwe di nav sînorên welatekî din de biparêze.

Da zanîn jî, dewleta Tirkiyê li gorî sozên xwe yên bi Rûsyayê re tevnagere û ji bo pêkanîna armancên xwe yên li ser xaka Sûriyê û Iraqê, bihaneyan çêdike.

Şêwirmenda Taybet a Serokê Sûriyê tekez kir, Sûriye dê vegere yekgirtî bibe û dev ji axa xwe bernedin, her çiqas dagirkerî bidome jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 177 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:59:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x