Dije Terora Kurdistanê: Di bombebarana Şingalê de du çekdarên YBŞê birîndar bûn

Dije Terora Kurdistanê eşkere kir, firokeyên bêfirokevan ên artêşa Tirkiyê baregeheke çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li Şingalês kire armanc û di encamê de du çekdar birîndar bûn.

02.06.2023, Cum - 05:58

Dije Terora Kurdistanê: Di bombebarana Şingalê de du çekdarên YBŞê birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Dije Terora Kurdistanê ragihand, li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an, di demjimêr 15:20 xulekan de, firokeyên bêfirokevan ên artêşa Tirkiyê, baregeheke çekdarên YBŞê li navenda qezaya Şingalê kire armanc û di encamê de du çekdar birîndar bûn.

Herwiha beriya niha jî Dije Terora Kurdistanê ragihandibû, sibeha roja sêşemê 23ê Gulana 2023an, firokeyên bêfirokevan ên artêşa Tirkiyê, baregeheke çekdarên YBŞê li gundê Çûmû-Xelefê yê ser bi qezaya Şingalê kire armanc û di encamê de sê çekdaran canê xwe ji dest dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:18:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x