Rûsya: Me li Donetskê êrîşeke berfireh a Ukraynayê têk şikand

ûsyayê ragihand ku wan êrîşeke berfireh a artêşa Ukraynayê ya li ser herêma Donetskê têk şikand.

05.06.2023, Pts - 10:43

Rûsya: Me li Donetskê êrîşeke berfireh a Ukraynayê têk şikand
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konasenkov îro Duşemê 5ê Hezîrana 2023an ragihand, “Sibeha roja 4ê Hezîranê, dijmin êrîşeke mezin li pênc eniyên rojavayê Donetskê pêk anî.”

Konasenkov dibêje Ukraynayê digot qey berevaniya Rûsyayê ya herî xirab e lê “Armanceke xwe jî bicîh neanîn û serkeftî nebûn.”

Ji destpêka vê salê ve, Ukrayna banga êrîşeke dijber li ser çeperên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê dike da ku beşek ji axa xwe ya ku di bin kontrola Rûsyayê de vegerîne.

Daxuyaniya Rûsyayê destnîşan dike ku êrîşa li ser Donetskê ku Rûsyayê di Îlona 2022an de dest pê kir, beşeke êrîşa dijber bû.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê li ser Telegramê ragihand ku 6 yekîneyên topavêj û 2 yekîneyên tankan beşdarî êrîşê bûne.

Wezaretê tevî daxuyaniyê dîmenek jî weşand ku tê de tank û wesayîtên zirxî yên artêşa Ukraynayê tên topbarankirin.

Îgor Konasenkov da zanîn ku 250 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin û 16 tank, 3 topavêj û 21 wesayîtên zirxî hatine şikandin.

Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê heta niha li ser êrîşê ti daxuyanî nedane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:54:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x