Heyder Ebadî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zemînek hey

Serokê Hevpeymaniya Nasir Heyder Ebadî Heyder Ebadî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi hevkarî heye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê zemînek heye.

23.11.2022, Çar - 11:15

Heyder Ebadî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zemînek hey
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî piştî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ve cara yekem serdana Bexdayê kir.

Neçirvan Barzani di çarçoveya serdana xwe de bi Serokwezîrê Iraqê Mihmed Şiya Sûdanî, Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan, Wezîrê Plandananê ya Iraqê Mihemed Temîm, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amîrî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî re hevdîtinan pêk anî.

Serok Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de li gel Serokê Hevpeymaniya Nasr Heyder Abadî jî civiya. Ebadî piştî civînê bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Gelek spas. Doktor, piştî referanduma Herêma Kurdistanê, hevdîtina li gel birêz Nêçîrvan Barzanî dijwar bû? Civîna we ya îro çawa bû?

Heyder Ebadî: Spas bo Xwedê, hevdîtina me baş bû ti qonaxeke dijwar nebû, piştî refrandûmê birêz Mesûd Barzanî jî serdana min li Bexdayê kir. Di navbera me de ti pirsgirêkeke kesayetî tune ye, bi nêrîna min şaş e eger em cûdabûna nêrînan veguherînin pirsgirêkên kesayetî. Niha nakokiyên me yên girêdayî petrol û gazê hene, her wiha hin mijarên din derbarê peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re. Tişta hevbeş di navbera me de %95 e û berjewendiyên me hevbeş in û nakokiyên me tenê %5, çima em bala xwe dikişînin ser nakokiyan û em mijarên hevbeş paşguh dikin. Niha li pêşya me gel heye û pêdiviya wê bi kar û peydakirina kar heye, pirsgirêka me ya xwegirêdana bi petrolê heye û nirxê petrolê jî ne cîgir e, pirsgirêka me ya birêvebirina aborî heye, pirsgirêka me ya desthilatdariyeke guncaw heye, evan pirsgirêk li ser me hemûyan e û ji bo bêne çareserkirin pêdiviya me bi hevkariyê heye.

Rûdaw: Gelo zemînek ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye?

Heyder Ebadî: Îro tişta ku min ji birêz Nêçîrvan Barzanî wergirtiye, li gorî hevdîtina wî li gel Serokwezîr zemîneke çareserkirina van pirsgirêkan heye û me berê jî ev mijar gotûbêj kiriye, eger niyeteke rast hebe ez bawer dikim pirsgirêk dê li gorî berjewendiya gel were çareserkirin. Tişta herî girîng ji bo me berjewendiya gel e, çi li Herêma Kurdistanê be yan jî li seranserî Iraqê, pêkanîna berjewendiyên gel divê mijareke hevbeş be û bingeha tevgera me be.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:56:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x