Tirkiyê dest bi operasyoneke ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê kirin; Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê operasyona bi navê “Pence-Şûr” ragihand û dibêje, “Dema lêpirsînê ye.” Fermandarê Giştî yê HSDê jî dibêje, “Şer ne di berjewendiya kesekî de ye.” Çavkaniyên xwecihî li Sûriyê jî behsa canjidestdana 6 şervanan dikin.

20.11.2022, Paz - 08:06

Tirkiyê dest bi operasyoneke ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de dibêje, êrîşên wan pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirine armanc. Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de tê îddîakirin ku, “Li gor mafên xweparastinê ku di Benda 51 a Carnameya Neteweyên Yekbûyî de amaja pê hatiye kirin, Operasyona Pence Şûr li navçeyên Bakurê Iraqê û Sûriyê hatiye kirin” Wezareta navborî îddîa dike ku ew navçe wek bingehekî bo êrîşên ser welatê wan tên bikaranîn.

Êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê

Îro serê sibeha Yekşemê 20ê Mijdara 2022ê, Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî di Twittekê de nivîsiye: “Kobanî, ew bajarê DAIŞ bezand, ketiye ber bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyeya dagîrker.” Ferhad Şamî dibêje, artêşa Tirkiyê çend pêgehên artêşa Sûriyê li Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kirine armanc û kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyên xwecihî li Sûriyê jî behsa wê yekê dikin ku Tirkiyê zêdeyî 20 êrîş birine ser parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û Heleba bakurê Sûriyê û bûne sedema canjidestdana 6 şervan û 6 leşkerên artêşa Tirkiyê.

Ev jî piştî wê yekê hat ku Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di Twittekê de wêneyên firokeyên şer ên welatê xwe belav kirine ku hêj nû bilind dibin û nivîsiye, “Dema lêpirsînê ye. Divê zalim ji ber êrîşên xwe yên çepel bên cezakirin.”

Piştî kêmî sê demjimêran, medya fermî ya Tirkiyê armanca êrîşên artêşa welatê xwe belav kirin ku li Başûrê Kurdistanê sînorê parêzgeha Duhokê û Şingalê li xwe digre û li Rojavayê Kurdistanê Kobanî û Serê Kaniyê û navçeyên din ên bakurê Sûriyê jî Til Refet û Ezaz li xwe digre. Ji xeynî wê jî dîmenekî armancgirtina çend pêgehan bi firokeyên şer belav kirine û ragihandine ku “Operasyona dijî PKK û YPGê li Bakurê Iraqê û Sûriyê tê kirin.”

Mezlûm Ebdî: Hemû alî di şer de zerarê dibînin

Ev jî di demekê de ku roja 13ê Mijdara 2022ê teqînek li Cadeya Îstiklalê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê çêbû û di encam de şeş kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Rojek piştre Tirkiyê PKK bi pêkanîna êrîşê tohmetbar kir û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî desteserkirina kesa êrîş pêkaniye ragihand û got: “PKK ji pêkanîna wê êrîşê berpirs e.” Herwiha îddîa kir ku fermana teqînê “ji Kobanî hatiye.” Lê yekser YPG, HSD û PKKê ew tohmet red kirin û ragihandin ku ti peywendiya wan bi wê êrîşê ve nîne.

Berê sibeha roja Yekşemê û piştî êrîşan, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di Twittekê de êrîşên Tirkiyê piştrast kirin û got, “Bordûmana Tirkiyê bo ser navçeyên me yên aram gefê li hemû navçeyê dikin. Ev bordûman ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.” Herwiha dibêje, “Eger şer derkeve, bandorê li hemû aliyan dike.” Hevdem êrîşên Tirkiyê wek êrîşên “hovane” bi nav kirin û daxwaz ji welatiyan kir ku di malên xwe de bimînin.

Roja Şemiyê, Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê ragihand ku çavdêriya “raporên cihê baweriyê dikin” ku amaje bi wê yekê didin, dibe di çend rojên pêş de Tirkiye operasyoneke leşkerî “Li Bakurê Sûriyê û Bakurê Iraqê pêk bîne” ku mebest jê Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê ye.

Êrîşa Tirkiyê bo ser Başûrê Kurdistanê

Serê sibeha îro Yekşemê, firokeyên şer ên Tirkiyê çend navçeyên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li hinek navçeyên Herêma Kurdistanê dengê firokeyên şer hatiye bihîstin ku li esman geriya ne. Li Qeladizê, Ranye, Soran, Riwanduz û Pênciwên dengê firokeyên şer hatiye bihîstin. Herwiha artêşa Tirkiyê çend cih li Çiyayê Qendîl, Asos û Biradost kirine armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:41:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x