HPGê nasnameya gerîlayên ku Şirnexê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir

HPGê nasnameya gerîlayên ku di şerê 15-16ê Gulanê de li herêma Besta ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. Herwiha Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihandibû ku 4 leşker û cerdevanekî hatine kuştin.

23.05.2023, Sal - 17:22

HPGê nasnameya gerîlayên ku Şirnexê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir
Nuçe Belav bike

15-16ê Gulanê de li herêma Besta ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derketibû.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di derbarê şer de ragihandibû ku 4 leşker û cerdevanekî hatine kuştin, herwiha 2 gerîlayên PKKê jî di heman şerî de jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyê din baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û nasnameya gerilayên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya HPGê nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Mehmet Şakir Alici bi nasnavê Dilşêr Çiyareş ji Wanê û Dîcle Yemen bi nasnavê Bawer Med ji Colemêrgê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:41:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x